'Divê li hember rejîma Îranê tekoşîn bê bilindkirin'

11:53

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistaniyên bi armanca şermezarkirina êrîş û zextên rejîma Îranê yên ser jinan û di şexsê Ferînaz Xosrawanî ya ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike ji qata 4’an a otelê xwe avêt xwarê xwedî li jinên Kurd derkevin xwepêşandan li Gävle yê hat lidarxistin.

Li ser banga Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Gävle yê Herêma Swêd ê, di çalakiya de Hêvî Batte got ku hewldana tecawizê ya rejîma Îranê li Mahabad li hember jina Kurd Ferînaz pêk aniye bi armanca di nav jinan de tirsê belav bike hatiye kirin û wiha domand: "Destên li Rojhilata Navîn dirêjî jinan dibin berhemeke polîtîkaya dewletan e. Pêwîst e êdî ev polîtîka bi dawî bibe û wê bi dawî bibe. Ji ber êdî tevgereke hêza xwe ji jinan digire û azadiya jinan esas digire heye.” Hêvî anî ziman ku ji bo li Rojhilatê Kurdistanê bûyerên nû yên wek ên Ferînaz rû nedin wezîfe dikeve ser milê Kurdistaniyan û divê li hember rejîma Îranê têkoşîn bê bilindkirin.

Endama Meclîsa Şaredariya Gävle ya ji Partiya Çep, Jîn Akgul Haco jî piştî bal kişand ser zextên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember jinan got ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li hember Şengal û Rojava zêde kirine. Jîn bal kişand ser rola jinan a di berxwedana li Şengal û Kobanê de û wiha berdewam kir: "Îro Mahabad bi xeta berxwedanê ya bi Şengal û Kobanê re bûye yek. Ferînaz li vir bûye çirûska yekemîn û ev agir wê bi tevayî rejîmên dijminên jinan bikeve.”

(zt)