Qehremana tekoşîna Başurê Afrika Ruth Mompati jiyana xwe jidest da

11:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ruth Monpati ya ku hem 63 salan şahidiya berxwedana Başurê Afrika û hem jî milîtaniya wê kiriyî û di heman demê de bi navê 'Ruth Ana' jî tê nasîn di 89 saliya xwe de çu ser dilovaniya xwe. Ruth ya ku weke jinek bi tekoşîna xwe ya li hember rejîma nijadperest Apartayt ê îmza avêtiya binê rêgezan, di heman demê de yek ji jinên rêberê ANC yê bûye û yekem jina şaredara siyasiya welatê xwe bûye.


Ruth Mompati li hember rejîma nijadperest ya 'Apartayt' 63 salan tekoşîn kiriye, di heman demê de mîmara heqîqet û ru bi rubûna welate. Ruth di 89 saliya xwe de li bajarê Cape Town çu ser dilovaniya xwe. Ruth ya ku berî demekê ji ber nexweşiyê dil rakiribûn nexweşxanê duh jiyana xwe jidest da.

Yek ji jina pêşengên ANC yê'

Ruth ya ku di di sala 1952'an li Konseya Newetiya Afrika (ANC) yê de endambûye hevala Nelson Mandela ya tekoşînê bûye, her wiha yek ji milîtanên jin yên ANC yê bûye. Ruth daxuyaniyên ANC yê bi texdîloyê dinivîsî piştî demekê bûye Rêbera Jinên ANC yê. Ruth ji bo hemû jinên Başurê Afrika yên ji nijadên cuda Fedresyona Jinên Başurê Afrika avakiriye.

Salên girtîgeh û surgunê

Ruth di sala 1956'an de li hember herêmên mirovên sipî têde dijiyan û jinên reşik der sînor dikirin li bajarê Pretoria yê rêxistina Meşa Jinan kiriye û meş li darxistiye, wê demê hat girtin û demekê di girtîgehê de ma. Ruth ya ku di salên jiyana xwe de ji surgînê bê par nemayî di sala 1962'an de neçar ma ji welat bireve, demekê li Tanzania yê jiyan kir. Ruth li wê demekê perwerda leşkerî dibîne û dibe rêbera ANC ya Tanzania yê.

Yekem jina reşik ya bûyî şaredar

Ruth piştî salên 1980'an êdî di qadên dipomasiyên navnetewiyên ANC yê de cîh digre û di hilweşîna rejîma nijadperest de pêşengiyê dike. Di sala 1994'an piştî ku Nelson Mandela Serokê Dewletê tê hilbijartin Ruth dibe Rêberêmezin yê Başurê Afrika yê Îsviçreyê, paşê cardin îmza avêt binê rêgezekdinê ya welatê xwe. Ruth weke jina despêkê ya şaredara siyasî bajarê Vryburg ê bi rêve dibe.

Navê 'Ruth Ana' li bajarekê kirine

Piştî şaredariyê Ruth xebatên civakî birêve dibe, li gel temenê xwe yê mezin jî ji tekoşînê ne qetiya, rêveberiya Komeleya Rêxistina Leşkeriya Umkhonto we Sizwe ya ANC yê kiriye. Ruth ya ku yek ji rêberên Başurê Afrika ye û weke 'Ruth Ana' jî tê nasîn û dema hîn jiyan dikir navê wê hatiye dayîna bajarekê jiyana xwe ji dest da.

(cm/zt)