Li Nepalê herdheja 7.4

11:51

JINHA

KATMANDU - Piştî erdheja Nepalê ya 25'ê Nîsanê cardin erdhejek bi hêza 7.4 çêbû. Erdhej li beşek ya Hindistanê jî hate his kirin.

Navenda Jeofîzîk a Amerîka ragihand ku erdhej nêzî 2 deqeyan dirêj kiriye. Navenda erdhejê li bajaroka Namche Bazaar a nêzî Çiyayê Everest bi pileya 7.4 bûye. Erdhej li Payîtexta Hindistanê Yeni Delhi jî hatiye hîskirin. Di dema erdhejê de li Katmandu her kes ji avahiyan derketiye. Hîna ziyanên çêbûne nayên zanîn. Erdheja ku navenda wê Katmandu ye li Hindistan û Bangledaşê jî hat hîskirin.

Di erdheja 25'ê Nîsanê bi hêza 7.8 an de li gorî agahiyên Kizilhaç a Nepal ê heya niha 7696 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber sedemên erdhejê 649 hezar û 798 kesan koçî deverên cuda kirine, 502 hezar û 708 mal bi giştî hilweşiyan. Di çapa welat de hijmara mirovên ji erdhejê bandorbûne milyonek 91 hezar û 19 kes hatine diyar kirin.

(cm/zt)