Li Başurê Afrika jinek bi hinceta bûye 'cadi' şewitandin

17:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başurê Afrika jina bi navê Thembekile Ngubane bi hincetên 'cadibûnê' sucdarkirin û şewitandine. Zaroka wê ya wê demê 12 salî berî 3 salan bûye şahidê şewata diya xwe paşê di dadgehê de ew kêliyên erjeng vegotiye. Bûyer wiha derketiye.

Derketholê beriya niha 3 salan li Başurê Afrîka jina bi navê Thembekile Ngubane bi hinceta 'cadi' ye hat şewitandin. Zarokê wê demê 12 salî û şahidiya bûyera şewata diya xwe kirî di dadgehê de ew kêliyên erjeng vegot. Beriya diya wê Thembekile bê şewitandin du qatîlên bi navê Thula Dlula û Mzuyanda Mntabo bi zorê benzîn serde kirine û paşê jî komek qerbalix bi navê 'Cadi' qêr dikirin û diya wê şewitandin û lînç kirin.

(zt)