Doza Ferhunde ya li Kabil ê hat qetilkirin di roja sêyemîn dene

16:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Runiştina doza Ferhunde ya ku li Kabilê ji aliyê komek mêran ve bi wehşî hatî qetilkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Her qatîlek gotinên weke "Min tenê berek avêtiye, berê min Ferhunde nekuştiye." dixwazin xwe pak derxînin.

Runiştina doza Ferhunde ya ku li Payîtexta Afganîstanê Kabilê bi hinceta Quran şewitandiye ji aliyê komek mêran ve bi hovane hat qetilkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Di runiştina dozê de li polîsên li wan dinêrî û mudaxele nekirin hatin guhdar kirin. Herwiha Parêzer û Parêzvana Mafê Jinan Kîmotlî jî beşdarî runiştina dozê bû. Parêzer Kîmotlî diyar kir ku divê hemû bersûc werin guhdarkirin, ji ber ku Ferhunde bi bêgunehî hatiye qetilkirin û divê li gor qanûnê ji kujeran re ceza were dayîn. Malbata Ferhunde tevlî rûniştina dadgehê nebûne. Du rojên destpêkê kujerên hatibûn girtin, hatin guhdarîkirin, gelek ji wan sond xwarin ku tenê kevirek avêtine Ferhunde û ew bi kevirê wan nehatiye qetilkirin.

Di rûniştina duh de hat gotin ku hêzên polîs jî li gel ku li cihê bûyerê bûne lê mudaxile nekirine. Polîsên ku wê demê li wir bûn ji ber mudaxile nekirine, tawanbarin.19 polîsên tawanbar di rûniştina duh de amade bûn. Hemiyan îfadeyê xwe liser vê yekê ku nekarîne mudaxile bikin, dan. Yek ji wan polîsan îdea dike ku wê rojê li cihê bûyerê ewqas qelebalix bûye ku nekarîne Ferhunde ji destê kujeran rizgar bikin. Ev polîs herwiha îdea dike ku koma qelebalix nehiştine ew nêz bibin û lêdan xwarine. Polîsên tawanbar îro jî têne guhdarkirin.

(zt)