Li hember hemû astengiyan jinên reşik ser piyane

12:58

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li hember hemû nêzîkatiyên cûdaxwaz jinên reşik leystokên xwe ya fotbolê didomînin û bi piştgiriya tevgerên jinan li ser piyane. Jinên reşik ên ku fotbolê dileyizin bertek li hember cûdaxweziya Komeleya Futbola Reşikan da nişandan û daxwez kir ku, cihê xwe di nava Kupaya Cîhanê ya Jinên FİFA de bigre.

Du komên jin yên reşik ji bo ku cihê xwe di nava ekîbên fermî yên fotbolê de bigrin têkoşîn didin. Li gorî nûçeyên Al-Jazeerê, berê gelek komên jinên reşik yên ku futbolê dileystin hebûn, lê belê ji wan koman niha tene koma Al-Ahfad û Challenge mane. Komeleya Futbola Reşikan ya girêdayî FİFA yê cûdakarî dixe navbera jinên ku bi profesyoneltiyê dileyzin. Herdu komên jin yên futbolê bi awayek fermî komeleyê û fonê ku tê dayîn red kir. Bi piştgiriya tevgerên jin herdu kom ser piyan dimîne. Antrenora komê Ahmed Babîkîr got: "Berê gelek komên me yên jin hebûn. Pêwîste em cardin hêjmara xwe zêde bikin, heya ku Komeleya Futbola Reşikan piştgiriyê bide komên jinan pêwîste FİFA fonê nede."

Jin dixwezin di Kupaya Cîhanê de cih bigirin.

Jinên ku futbolê dileyzin, daxweza statuyek fermî di nava qadên navnetewî de kir, da ku di Kupaya Jinên Cîhanê de cih bigrin. Leystokvana komê ya 27 salî Sadiya Hssan axivî û got: " Di nava komê de ya herî zêde zehmetî kêşand ezbûm. Malbata min girêdanbûna min ya li hember futbolê famnake dibêjin 'Jin futbolê neleyîze'. Ji min re dibêjin pêwîte tu hentbol bileyîzî. Lê ev xeyalê mine. Ji bona ku ez nûnertiya Reşikan bikim ezê serî li her derî bidim."

Koma Jinan ya Challenge ji sala 2006' de bi komên mêr re di nava reqebetek de pêşde diçe. Sara Edward ya 29 salî diyar kir ku, dema ew nû dest bi leyîstokê kiribûn ji aliyê komên mêr ve bi çûk dihatin xistin û wiha got: " Lê dema em bi hevra leyîstin û hêza me dîtin êdî ji wê demê ve li hember me bi rêz nêz dibin."

(rc)