Li Nepal ê 40 heza jin dibin rîska şideta zayendîdenin
11:12
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Saziya UN Women ya NY ê piştî erdhejê li Nepalê nêzî 40 hezar jin dibin rîska şideta zayendî denin. UN Women hewildide li kampan çalakiyên bihişmendîkirinê lidarbixin, her wiha şêwirmendiya derunî pêşdixin û hewildidin cihên nû ji bo jinan vekin.
Netewên Yekbûyî (NY) diyarkir ku piştî erdheja 25'ê nîsanê li Nepalê şideta zayendî ser jinan zêde bûye. Piştî erdhejê li Herêma Katmandu 16 kamp hatin avakirin û li wan kampan gelek kes dijîn. NY yê diyar kir ku li wan kampan 40 hezar jin dibin rîska şideta zayendî de ne. Her wiha di daxuyaniyê de hat zanîn ku li heman kampan 126 jin ducanîn ne û pêdiviya wan bi dermanên tibî hene.
Saziya jinan UN Women hewil dide li kampan çalakiyên bi hişmendîkirinê pêşbixin, li gel wê jî şêwirmendiya derunî pêşdixin û hewildidin cihên nû ji bo jinan vekin.
(cm/zt)