Balerîna navdar ya Rusya yê Maya Plîsetskaya jiyana xwe ji dest da
13:12
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sed sala 20'an de di cîhanê de leystokvana herî navdar ya Rusya yê Maya Plîsetskaya a (89) salî jiyana xwe ji dest da.
Maya Plisetskaya ya ku li Çaykovskiyê balinaya bi navê "Kugu Golu" ji ber performasa naye ji bîrkirin nîşan deye, weke "Olumsuz Kugu" tê bîranîn li Almanya yê de encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Dîrektorê Şanoya Bolşoyê Vladîmîr Ourine, da xuya kirin ku Maya Plisetskaya li Almaniya yê jiyan xwe ji dest daye û dê li Rusya yê were defin kirin. Maya Plisetskaya di sala 1925'ê li Moskovayê di nava malbatek Yehudî de hatiye dine. Cara yekem di 11 saliyê xwe de dertê şanoya Bolşoyê û heya sala 1990'î de di nava wê saziyê de erk girtiye.
Bavê Maya Plîsetskaya di demê Stalîn de tê darve kirin û diya wê jî rêdikin qampek xebatê ya Kazakîstanê. Maya Plîsetskaya jî ji aliye xaltîka xwe ve ji qampê tê xelas kirin. Li Saraya Kremlîn ji bo balarîna navdar ya sedsala 20'mîn Maya Plîsetskaya peyama sersaxiyê hate weşandin.
(rc)