Girêdayî qetilkirina Ferhunde 49 kes tên darezandin

12:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di derbarê doza Ferhunde ya ku di adara derbasbûyî de bi îdiaya Quran şewitandiye li bajarê Kabil yê Afganîstanê hatî qetilkirin lêpirsîn despêkir. Di lêpirsînê de 19 polîs jî di navê de 49 kes tên darezandin.

Lêpirsîna doza Ferhunde ya 27 salî bi îdiaya Qurana Kerîm şewitandiye li per çavê polîsan ji aliyê komek mêr ve li bajarê Kabil yê Afganîstanê bi hovane hat qetilkirin berdewam dike. Di çarçova lêpirsînê de ji yên ketine nava lîncê û polîsên çavê xwe li bûyerê girtîn 49 kes tên darezandin.

Malbata jina ciwan ya ku ji beşa îslami mewzîn bûyî diyar kirin ku deruniya keça wan ne başbûye malzemeyên xwe yên waneyan li ber mizgeftekê daniye. Lê bi hinceta Qurana Kerîm şewitandiye jina ciwan ji aliyê komek qerebalex ve li ber çavê polîsan hat lîc kirin û qetilkirin. Piştî bûyerê dema ku îfadên polîsan hatin girtin gotinên weke wan xwestine qerebalixê ji hev belav bikin lê nekarîne û qerebalixê piştî lîcê jina ciwan şewitandine, wan nekariye tiştekê bikin hatin gotin.

Li gorî agahiyên hatin girtin di derbarê 19 polîsan de doz hatiye vekirin. Li gel 30 kesên ku ji 'birînkirinê, teşfîqa şidetê û alîkarî dayîne' 19 polîs jî tên darezandin. Lînca hovane ya li Kabîlê di nava civaka Afganan de jî bertekên tind daye çêkirin. Li payîtextê gelek çalakiyê protestoyî hatine li darxistin, girêdayî çalakiyan Serokê Dewletê Eşref Ganî têgihên weke "çalakiyên hewla şidetê" bikar aniye. Eşref Gani biriyar da ku girêdayî bûyerê dê komisyonek ya lêkolînê lidarbixin.

(zt)