Ji jinên Bangladeşê meşa 1'ê Gulanê
13:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca 1'ê Gulanê roja karkerên cîhanê li bajarê Dhaka jinan meşek pêkanîn. Piştî meşê jinan bal bikşand ser buyera Rana Plazayê û her wiha dexweza ewlekariya jiyan û başkirina şert û mercên karkeran kir.
Bi armanca 1'ê Gulanê roja karkerên cîhanê jinan li bajarê Dhaka ya Bangladeşê meşek li darxistin. Piştî meşê di daxuyaniyê de li ser buyera berî du sal a ku li Rana Plazayê de 100 karmendi jiyana xwe ji dest dabû bal hate kêşan û daxweza ewlekariya jiyan û başkirina şert û mercên karkeran hat kirin.
Li gorî Enstîtuya xebatkarên Kedê ya Bangladeşê, karker ji sedî 20 mafên xwe yên zagonî bikar tînin. Di heman demê de şert û mercên xebatê,demên dirêj yên kar û her wiha jiyana bê ewle ya karkeran gelek zêdeye.
(rc)