Li Boko Haram 750 zarokên keç û jin hatin rizgarkirin

12:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hefteya dawiyê de 750 zarokên keç û jin yên ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatîn revandin hatin rizgarkirin.

Li Herêma Daristanê ya Sambisa ya Nijerya yê îro jî 234 zarokên keç û jin ji destê çeteyên Boko Haram hatin rizgarkirin. Jin û zarokên keç yên hatin rizgarkirin gihiştin herêma Kawuri û Konduga yê. Hîna aqubeta di navê de xwendekarên Chibok jî yehî yên di nîsana 2014'an de hatî revandin ne diyare. Di sêşema derbazbûyî de cardin ji heman herêmê 293 kes hatibûn rizgarkirin. Girêdayî mijarê Artêşa Nijaryayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku komek ji 150 kesan jî hîna dê bên rizgarkirin û yên heya niha hatine rizgarkirin bi qasî 750 zarokên keç û jinan gihiştine Daristana Sambisa yê. Zarokên keç û jinên tên azadkirin despêkê tedawiyê dibînin û paş jî di derbarê revandin û tiştên jiyan kirine de ji wan agahî tên girtin.

Li gel vê jî di operasyona ku Artêşa Nijaryayê li hember Boko Haram dayî despêkirin de hat zanîn ku jinekê jiyana xwe ji dest daye.

(cm/zt)