Ferhunde bi performansa kolanan hat bîranîn

12:34

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ferhunde ya ku li Afganistanê ji aliyê komek mêran ve bi wehşî hatî qetilkirin li Kabil ê performansa kolanan hat li darxistin.

Ji bo bîranîna Ferhunde ya 27 salî ku li Afganistanê bi hinceta ku Quran şewitandiye ji aliyê komek mêran ve bi hovîtî hatî qetilkirin şanoya kolanan hat li darxistin. Ji aliyê Komîta ji Ferhunde re Dad ê ve roja duşemê li Kabil ê di hewaya vekirî de performansa şanoyê hat nîşandan. Di performansê de komek mêran jinek qetildikirin û heya êvarê di performansê de qeyîdên dengê qêrînek jinek hatî qetilkirin ya rastî hat vêxistin. Lê di performansê de jin ji nû ve ji xweliya xwe dihat jîndarkirin. Komek jin derdiketin dikê destê Ferhunde digirtin û nîşana serkeftinê bilind dikirin.

Lîstokvana rolê Ferhunde lîstî Lina Alam diyar kir ku wê hinek dîmenên jiyana wê yên dawiyê temaşe kiriye û got: "Ferhunde li hember êrîşan gelek bi hêz di sekinî û li gel êşa jiyan dikir qet ne digirî. Lê di provayan de ji lîstokvanan heya derhêneran her kes dîndibûn. Dema ku yek digirî ez jî digiriyam."

Preformans rastî 40 rojên ji bo Ferhunde şîn hatî îlankirin hat. Girêdayî qetilkirina Ferhunde herî kêm 48 qatîl hatin girtin, lê hikumetê navê qatîlan diyar nake.

(cm/zt)