TJKE bernama xwe ya beşderbûna çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê diyar kir
14:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - TJKE’ê bernameya xwe ya têkildarî Meşa Jinên Cîhanê de aşkera kir û got: “Starta Meşa Jinên Cîhanê ya li Kurdistanê hat dayîn, rola me ya di sala 4'emîn Çalakiyê de çi ye, baştir vegot. Yên herî xurt çalakiya sala 4'emîn ya navneteweyî pêşwazîkirin, Tevgera Jinên Kurd bûn.” TJKE’yê banga beşdarbûnek xurt ji bo çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê li hemû têkela xwe û hemû jinan kir.
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê – TJKE daxuyaniyek nivîskî da û bernameya têkildarî Meşa Jinan a Cîhanê de aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “4'emîn Çalakiya Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê starta wê di 6’ê Adarê de li Kurdistanê hat dayîn. Bi vê despêka li Nisêbînê re em jinên Kurd jî bûn akatorên herî girîng ên tevgera global. Ji 60 welatî bi hezaran jin beşdar bûn. Ji ber pirsgirêkên jinan bi erdnîgariyê ne sînor e û pirsgirêka hemûyan girêdayî pergalê ye.
'Emê beşdarî tura bisikiletan ya feministan ya li Viyanayê bibin'
Meşa Jinên Cîhanê di asta global de têkoşîna jinan nîşan daye. Ji ber vê ji bo Şerta Jinan a Global ya 31 xalî ya di hevdîtina yekem a 2004’an de hat îlankirin, bê qebûlkirin, divê em bi awayekî xurt beşdarî çalakiya 4'emîn bin. Starta Meşa Jinên Cîhanê ya li Kurdistanê hat dayîn, rola me ya di sala 4'emîn ya Çalakiyê de çi ye, baştir vegot. Ji ber em ji kevneşopiyek û di jiyana azad û rêxistinkirî de israr diken. Em di vê rê de her roj têkoşîna azadiyê didin û li cîhanê mînak in. Hedefa me ya sereke ev e ku em piştevaniya bi tevgerên jinan xurt bikin. TJKE got ku wê bi awayekî aktîf beşdarî hemû çalakiyan bidin û wê di 29’ê Nîsanê de beşdarî tûra bîsîklet a femînîst a Viyanayê bibin. Her wiha wê di 12’ê Gulanê de jî li Mîlanoyê di çalakiyê de bin. Di 17’ê Gulanê de jî li bajarê Zug a Swîsreyê wê polîtîkayên şîrketên li jinan dixin bên protestokirin."
Bernama çalakiyan wihaye;
“Di 23-25’ê Gulanê de li Cenevreyê, di 5-7’ê Hezîranê de li bajarê Nantes a Fransayê , di 17- 23’ê Hezîranê de li Parîsê em ê dengê xwe li dengê jinên cîhanê zêde bikin.
Di 4-5’ê Tîmrehê de li Namur a Belçîkayê, di 8’ê Tîrmehê de li Koln a Elmanyayê em wek jinên Kurd wê beşdarî çalakiyên li kolanan bibin.
Di 30’ê Tîrmeh-7’ê Tebaxê de li Polonyayê, di meha Îlonê de jî li Bologna û Torîno em ê ligel dostên xwe bin.
Di 18-21’ê Îlonê de jî em ê li Marsîlyayê bi jinên cîhanê re bên cem hev.
Di 17’ê Cotmehê de em ê li Portekîzê bin.”
TJKE’ê bang li hemû pêkhateyên xwe û gel kirin ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê bibin.
(zt)