Li İngiltere medyaya zayendperest cardin di refê de ma
12:58
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina giştiya 7'ê Gulanê ya Îngiltere de rêjeya jinan ji sedî 26 e, ji partiyên diçin hilbijartinê jî serokê sê partiyan jinin. Medyaya zayendperest jî jinên siyasetmendar dernaxin, dema der dixin jî bi gorinên zayendperestî derdixin. Li gorî lêkolînan ji jinên di nûçeyan de di axivin ji sedî 14 dixwiyên, lê dema li nûçeyan tên nêrîn ji sedî 19 jinin.
Di navan 20 hezar namzetên hilbijartinên giştiyên 7'ê Gulanê yên Îngîltereyê de ji sedî 26 jinin. Li gorî hilbijartinên dawiyê rêjeya beşdariya jinan ji sedî 5 bilindbûye. Belavkirina namzetên jin li gorî partiyan wihaye; Partiya Hevgirtiyê ya Bakurê Îrlanda ya li hember mezheban ji sedî 41 e, Partiya Derdorên Çegîr ya Yeşîleran ji sedê 38, Partiya Navnetesiya Îskoçan ya ku li Îskoçyayê serbixwetiyê dixwaze ji sedî 36, Partiya Serbixweya Hevgirtina Qiraliyê ya li hember Hevgirtina Partiyên Rastgirên Ewrupayê polîtîkayê dimeşîne jî 12 namzetên jin nîşan dane.
Li gel hijmara namzetên jin zêdebûye jî lê medyaya civakî vê kêm dide. Girêdayî mijarê li Zanîngeha Loughborough ê lêkolînek hat kirin.
Li gorî lêkolînê; siyasetmendarên jin yên derketine bernamên televizyonê tenê ji sedî 14'e ne. Ji derveyî siyasetmendaran û namzetên jin nûçeyên xebatên jinan yên hilbijartinê dernakevin û nayên dîtin. Rêjeya dîtina nûçeyên siyasetmendarên jin ji sedî 19 ye.
Gelek kêm cîh didin pêşbinî û şîrovên jinên pispr û ronakbîr jî. Tenê di xebatên hilbijartinan de jin li gel malbatên xwe di nûçeyan de baş dixwiyên. Nûçeyên hilbijartinan yên jin li gel malbat û nasên xwe jî ji sedê 80 ye.
Ji derveyî siyasetmendar Nicola Sturgeon di nûçeyên hilbijartinan de herî zêde hevserên mêrên siyasetmendar tên dîtin.
Lê ji 7 partiyên sereke yên dikevin hilbijartinan serokên 3 ê partiyan jinin. Seroka Partiya Navnetewi ya Îskoçya Nicola Sturgeon, Seroka Parastina Bêaliya Gelan Plaid Cymru Leanne Wood û Seroka Partiya Yeşilan Natalie Bannett tê dîtin ku mêr dibin sîbera xwe de hêlane. Di mijara rêberên jin di medyayê de cîh ji xwe re veqetînin de rastî gotinên zayendî tên. Herî zêde jî Nicola Sturgeon rastî gotinên zayendperest yên weke "bê dil" û "şeyîtan" tê.
Tayîbetî jî di rojnamên weke The Sun yên rastgir de di nivîsên qunciknivîsên wan de ji mikyaca namzetên jin heya solê wan dîmenên ji derve tên dîtin. Ev rojnamane her dem di karîkator û Photoshop ên xwe de serokên partiyan yên jin bi awayê nerênî didin û her dem bi li xwekirinên wan ve mijulin, ev jî şermek ya medyaya zanendpereste.
(cm/zt)