Ebba Busch ya 28 salî bu seroka tevgerê

11:20

JINHA

NAVNEDA NÛÇEYAN - Ebba Busche ya 28 salî bu Seroka Gişti ya Tevgera Demokratîk a Hirîstiyaniyên Îsveç ê. Ebba seroka herî ciwane û di dîroka 51 salan ya tevgerê de cara yekemîne jinek dibe seroka tevgerê.

Ebba Busch Thora 28 salî bu seroka Tevgera Demokratîk a Hirîstiyaniyên Îsveç ê. Ebba seroka herî ciwane û di dîroka tevgerê de cara yekeme jinek ji bo seroktiya tevgerê tê hilbijartin. Piştî îstifaya Goran Hagglund,di kongreya tevgerê de Ebba hate hilbijartin.

Ebba Busch Thor piştî ku hate hilbijartin,di kongrê de axivî û got: "Demên me yê herî xweş ewê demê bên de bin." Ebba berî hilbijartinê jî gotibû: "Ezê ji bo mafê gelan û nirxên tevgerê yên kevneşop têkoşînê berdewam bikim û biparêzim." Her wiha Ebba di Fakulteya zanistiyê Civakîde ya Uppsala de de li ser mijarên 'Li qadên aşîtî û şerde xebat çewan bê meşandin perwerde dîtiye' û piştî sala 2006'de dibe endamê Tevgera Demokratîk ya Hirîstiyaniyan.

(rc)