Li Êrîvanê Qirkirina Ermeniyan hat bi bîranîn

16:16

JINHA

ERMENİSTAN - Bi boneya 100'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan merasîma bîranînê hat li darxistin.

Di serî de li Payîtexta Ermenîstanê Êrîvanê li gelek deveran bi wesîleya 100'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan merasîmên bîranînê hatin li darxistin. Di tevahî dêrên welat de bi lêxistina zengilan yên ku di bûyerên 1915'an de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîranîn. Di merasîmên bîranînê de ji gelek welatan mêvan hatin.

Li ber bîranîna Qirkirina Tsitsernakaberd ê gulên mor hatin danîn. Di rojên dawî de li her deverên Êrîvanê ev gula weke sîmge, rozet, pankart û ofîş tên dîtin. Li ber Armenian Now websitesine piştî merasîmê girseyê meş kir. Dê îşev li Meydana Komarê ya Êrîvanê konsera orkestraya Senfonî bê dayîn. paşê jî dê gel bi meşa meşaleyî ber bi Tsitsernakaberd ve bimeşin. Dê duruşma merasîmê "Tê bîra min û ez teleb dikim" be.

Dê di meşê de di serî de qirkirinên li Tirkiyê daxwazên qirkirinên gelek welatan bên nasîn bên kirin.

(cm/zt)