Pêşengeha berhemên jinan hat vekirin
09:20
JINHA
QAMÎŞLO- Bi pêşengtiya Desteya Jin a Kantona Cizîrê li navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşlo pêşengehek hat vekirin.
Îro di saat 11'an de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê ya bajarê Qamîşlo bi amedebûna serokên gelek desteyan û gelê herêmê ji bo roja 1'ê Gulanê ya cejna karkeran bi tevlîbûna gelek rêxistinên jinan pêşengeheke berhemên destan ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin hat vekirin.
Cîgira Seroka Desteya Jin Hîva Erebo derbarê vekirina vê pêşengehê û armanca wê de axivî û wiha got: ''Bi minesebeta 1'ê Gulanê ya cejna karkeran me wek Desteya Jin û hemû rêxistinên jinan ya li Kantona Cizîrê wek Yekitiya Star, jinên Partiya Guhertin, Rêxistina Sara ya dijî tundiya li ser jinê û gelek jinên ku di nava partiyan de cih digrin, me biryara vê pêşengehê da. Armanca me ya vekirina vê pêşengehê ewe ku jinên di malên xwe de van karên destan çêdikin derbixinin û hemû jinan teşwîqî çêkirina karên destan bikin. jin divê xwedî li keda xwe derbikevin, ji aliyekî din ev yek wek piştgiriyeke aborî ye jî ji bo jinan.''
'em amedekariya pêşengehên nû dikin'
Hîva axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Ev pêşengeh wê sê rojan berdewan bike û em amadekariya pêşengehên bi vî rengî dikin ku li hemû bajaran vebikin. Ev cih dibe cihê hevdîtina jinan û ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, û em dikarin bibêjin ku ev pêşengeh dibe alîkar ji bo ku jin berhemên xwe xwedî derbikevin û nîşanî gel bidin.''
Li aliyekî din jî hin jinên ku di dibistanan de mamosteyên karên destan in beşdarî pêşengeha ku ji aliyê Desteya Jin ve hatiye vekirin bûn. Yek ji wan mamosteyên ku beşdar bûne jî Qotriya Hussên e.
Mamoste Qotriya derbarê karê xwe û beşdarbûna pêşengehê de axivî û wiha got: ''Ev 22 sale ez vî karî dimeşînim û li dibistanê şagirtan fêrî vî karî dikim. Vekirina vê pêşengehê ji bo min wek derfeteke bû ku ez hemû tiştên ku bi salan e çêdikim nîşan bidim. Hemû jin jî dikarê vê karî fêr bibin û xwe pêş bixînin. Ez bi dahatûyên ku ji vir bi dest dixim jî hin berhemên din çêdikim û debara xwe jî bi vî awayî dikim.''
(px/zk/ch)