Jin amadekariyên çalakiya 24'ê Nisan ê dikin

15:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li gelek welatên cuda yên cîhanê jin ji bo qezaya kar a Bangledeşê ya ku berî niha du salan di 24'ê Nîsanê de derket û têde 100 hezar kesan jiyana xwe ji destdane çalakiyan bikin.

Di 24'ê Nîsana sala 2013'an de li Bangladeş ê avahiya Fabrîqa Tekstilê ya Plaza yê ya 8 qat hat xwar û têde 100 hezar karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Li gel du sal derbasbûne jî hîna êşên wê nûne û sozên ji bo yên ji fabrîqeyê sax hatine rizgarkirin hatine dayîn nehatine cîhanîn. Hat zanîn ku ji tazmînata dê ji bo mexdurên sax ji fabrîqeyê derketine hatibana dayîn ji sedê 40 jî nahatiye dayîn.

Dê li gelek welatên cîhanê çalakî bên kirin

Dê ji bo duemîn salvegera qezaya Bangladeş ê li ber ciyên hilberîna Rana Plaza çêdikin yên weke Benetton, Children, Place, Walmart û Mango yê jin çalakiyan lidarbixin. Dê bi banga Meşa Jinên Cîhanê û endamên Şêwirmendiya Rana Plaza yê di serî de li New York, Ondra, Almanya, Belçika, Tirkiyê û gelek deverên dinê roja înê çalakiyên şêwirmendiyê bên li darxistin.

Di salên dawiyê de li Bangladeşê ji ber qezayên kar yên hatine jiyan kirin hikumetê zagona ewlehiya kar pejirand. Lê hat zanîn ku zagona hatî pejirandin hîna neketiye meryetê.

(cm/zt)