Dalit dîroka jinan ya ne nivîsiyî dinivîse

13:33


JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Dalit yên Hindistanî ji bo jinên rastî tacîz, tecawîz û her awayê şidetê tên ser medyaya civakî bi navê '#DalitHistoryMonth' kampanyayek daye despêkirin. Jinên Dalit ê di çarçoveya kampanyayê de di tevahiya dîrokê de qehremaniya berxwedana jinên Dalit ê derdixin pêş û dîroka nehatiye nivîsîn dinivîsin.

Li Hindistanê jinên Dalit ê yên bûne mexdurê pergala kast rastî tacîz, tecawîz û her awayê şidetê hatine ser medyaya civakî kampanyayek dane despêkirin. Li gorî hijmara fermî ji sedî 16,6 Dalit yan tastî newekhevî û şidetê hatine. Ji wan jî herî zêde jinên Dalit ê rastî newekhevî û şidetê hatine. Li hemberî newkehevî û şidetê jinên Dalit î ji bo dîroka wan ya nehatî nivîsîn bê dîtin ser medyaya civakî kampanyeya bi navê "#DalitHistoryMonth" dane despêkirin. Jinên Dalit ê di çarçoveya kampanyayê de di tevahiya dîrokê de qehremaniya berxwedana jinên Dalit ê derdixin pêş û dîroka nehatiye nivîsîn dinivîsin. Kamanya di sala 1994'an de li Nepal hatiye vekirin û cîh daye Rêxistina Feministên Dalit ê yên li hember mêtîngeriya Îngîltere şer dikin.

Di hefteyekê de 80 kes beşdarî kampanyayê dibe

Hevgirtina Dîroka Dalit an ser medyaya civakî qehermaniya jinên berxwedêrên Dalit ê parve dikin. Di 5'ê nîsanê de bi boneya tiştên jinên Dalit î jiyane berçavan bên dîtin jinên Dalit î li zanîngehek ya bajarê Cambridge yê ABD yê hatin bahev û banga berşdariya kampanyayê kirin. Di hefteyekê de 80 hezar kes dîroka Dalit Facebook ê ziyaret kirine. Kampanya bi gelek zimanên li Hindistanê tên karanîn yên weke Hindi, Tamili, Pancabaça û Marathice hatine werger kirin.

Endama Hevgirtinê Vee Kuranakara wiha got: "Hinek parçeyên dîroka me ji tiştên weke folklor, stiran û lîstokan yên ne niviskî jî pêktê. Dîroka Dalit yiyan ji aliyê kesên ne Dalit yîve hatiye nivîsîn. Emê li hember zanista dîrokê ya ku Dalit î têde neyîn têkevin nava tevgerê."


(cm/zt)