Li Malavi yê zewaca zarokan hat qedexekirin
12:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji cihên herî zêde têde zewaca zarokan zêdeye Malavi ye. Piştî qampanyeye STK ya 15 salan zewaca zarokan hat qedexekirin.
Malavi ya xwediyê şêniyek 16,5 milyonan yek ji welatên Afriqa yê herî mezine. Li Malaviyê rêjeya bi zorê zewaca keçan gelek zêdeye. Di welat de ji sedî 50 jin di temenê biçuk de tên zewicandin. Ji ber di temenê biçuk de zewacê ji sedî 47 jin xwendin û nivîsîna wan nîne. Piraniya zarokên keç di temenê 9 yan jî 10 salî de tên zewicandin û ji ber biçuk welidandina zarokan piraniya wan jiyana xwe ji dest didin.
Berî niha 15 salan zagona li hember zewaca zarokan ketibû meclisê berî du mehan zagon ji meclisê derket.
(cm/zt)