Li Çinê feministên girtî serbest hatin berdan
10:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de 5 feministan ji ber belavok belav kirin hatin girtin piştî 37 rojan serbest hatin berdan.
Li Çînê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên feminist Wang Man, Zheng Churan, Wu Rongrong, Wei Tingting û Li Tingting ji ber belavokên destan amadekirin û belavkirin hatin girtin. Jin duh derketin pêşberî dozgeriyê piştî îfadê serbest hatin berdan.
'Girtina binçavan ya jinan tehdîdeke'
Parêzera jinan Liang Xiaojun bertek nîşanî 37 roj binçavkirina jinan da û diyar kir ku ev li hember dada civakiya Çînê tehdîdeke. Liang da zanîn ku bi hincetên weke "avakirina zemînê şer û derxistina pirsgirêkan" hatin girtin û wiha domand: "Paşê jî bi hincetên weke 'Ev ji derveyî qanunanin' hat guhertin."
(zt)