UNICEF: Li Nîjeryayê 800 hezar zarok ji cîh û warên xwe bûne
10:48
JINHA
CENEVRE - Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li bakurrojhilatê Nîjeryayê 800 hezar zarok ji ber rêxistina tund a Îslamî Boko Haram neçar man malê xwe biterikînin.
UNICEF'ê diyar kir ku ev hejmar di demeke kêmî salekê de bi du qatan zêde bûye. Gelek zarokên Nîjeryayî yên hewl didin ji şîdetê birevin xwe li Çad, Nîjer an jî Kamerûnê digirin. Rapora UNICEF'ê, di yekemîn salvegera revandina du sed xwendekarên keç de weşand, ku par li bajarokê Çîbokê ji aliyê Boko Haram ve hatibûn revandin. Revandina zêdeyî 200 xwendekarên keç ji aliyê Boko Haram ve, li qada navneteweyî rê li ber nerazîbûnê vekiribû. Hat ragihandin ku di meha bihurî de li bajarokê Damasak ê li bakurrojhilatê Nîjeryayê, piştî ku Boko Haram bajarok terikand, bi qasî 500 zarokên 11 salî û jê biçûktir, winda bûne. Bazirganekî li bajarok anî ziman ku endamên Boko Haram ên bajarok winda kirin û neçar man xwe ji bajarok vekişînin, zarok bi xwe re birine. Ji ber bûyerên şîdetê yên Boko Haram bi armanca avakrina dewleteke Îslamî di sala 2009'an de destpê kirin, bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov jî neçar man malên xwe biterikînin. Artêşa Nîjeryayê di dema dawî de bi alîkariya yekîneyên welatên cîran re gelek bajar ji destê rêxistinê derxist.
(zt)