Li Îspanyayê protestoya 'Jinên Reş li Xwedikin'

10:56

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îspanya ji bo protestokirina cînayet û qirkirinên jinan komek jin ya bi navê 'Jinên Reş li Xwedikin' li kolanan performans nîşan dan.

Di 4 mehên serê sala 2015'an de li Îspanya 20 jin hatin qetilkirin. Li gelek bajarên Îspanya ji bo balkişandina ser cînayet û qirkirinên jinan çalakiyên balkêş hatin li darxistin. 20 jinên weke 'Jinên Reş li xwedikin' li heb kombûn li kolanan performans nîşandan. Li gelek bajarên weke Bilbao, Pampona, Madrid û Barselona çalakî li darxistin, çalakiyên wan ji aliyê raya giştî ve rastî eleqeyek mezin tên.

Di 10'ê nîsanê de li 6 bajarên cuda koma Jinên Reş li Xwedikin du danên rojê çalakî li darxistin bang kirin û gotin: "Li cihê çareseriyê çapemenî îstatîstîka van bûyeran didin. Ji bo şermezarkirina van bûyerên zayendî em di çalakiyan denin."

(cm/zt)