Runiştina doza Halide Cerrar taloqî 14'ê nisanê hat kirin

11:38

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Filistînê Halide Cerrar ya ku ji aliyê hêzên leşkeriyên Îsraîlê ve hat girtin duh derket pêşberî dozgeriyê. Dadgehê biryara berdewam kirina dozê da û doz taloqî 14'ê Nîsanê hat kirin.

Di 2 yê nîsanê de Parlementera Eniya Azadiya Gelê Filistînê (FHKC) Halide Cerrar li mala xwe ya li Ramallah ê ji aliyê leşkerên Îsrail ê ve hat girtin. Di serdegirtinê de bêyî Halide derxin dadgehê girtin binçavan. Halide ya 25 sali ya pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene duh derxistin Dadgeha Leşkeriya Îsraîlê. Dosya girêdayî girtina Halide hatî amadekirin veşartî hat hiştin û doz taloqî 14'ê nîsanê hat kirin. Di dadgehê de biriyara berdewamkirina girtina Halide hat dayîn.

Komeleya Girtiyên Filistînê ji bo şopandina doza Halide Cerrar di 14'ê nîsanê de bê dîtin bang li çavdêrên navnetewî kir.

(cm/zt)