Li Kerkukê 216 welatiyên Êzidî ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
14:14
Nîsan
8
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Kerkuk zêdetirî 216 welatiyên Êzidî ku dinav de jin, zarok û kal hene ji destê çeteyê DAIŞ hatin rizgarkirin.
Çeteyên DAIŞ yên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kirîn dinav de jin, zarok û kal jî bi hezaran kesî qetilkirin û revandin. Îro çeteyan zêdetirî 216 welatiyên Êzidî serbest berdan. Li gorî nûçeya Rojnews ê piraniya welatiyên Êzidî ji jin, zarok û kalan pêktên bi 2 otobûsan hatin veguhastina cihên bi ewle.
(zt)