Li Kantona Cizîrê amadekariyên hilbijartina duyemin

13:42

JINHA

AMÛDÊ – Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî hilbijartinên şeradariyan, niha jî amadekariyên hilbijartinên meclîsên herêmî dike. Endama Meclîsa Zagonsaz Evîn Qafûr got ku hilbijartin wê di 8’ê gulanê de bêne lidarxistin. Evîn diyar kir ku armanc ji avakirina van meclîsan ew e ku sîstema ne navendî were pêşxistin û înîsiyatîfa xebatê bikeve destê gel.

Li gorî qanûna meclîsên herêmî ku di 2’yê cotmeha 2014’an de ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate derixstin, divê li hemû bajar, bajarok, navçeyên herêma Cizîrê meclîsên herêmî werin avakirin. Ev meclîs yekser girêdayî Meclîsa Rêveber û desteyên wê ne. Li gorî vê yekê hemû biryarên ku ji aliyê Meclîsa Rêveber ve têne stendin, ji aliyê van meclîs û buroyên girêdayî wan ve têne pêkanîn. Di çarçoveya vê qanûnê de Komîseriya Hilbijartinan a Herêma Cizîrê jî beriya niha biryar dabû ku di 8’ê gulana 2015’an de hilbijartinên van meclîsan bêne lidarxistin û ev yek ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin.

‘Jin dê bi awayekî çalak tevlî bibin’

Evîn Qafûr ku wekî nûnera jinên endamên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demoprkatîk de, di Meclîsa Zagonsaz de cîh digire û berpirsyara Komîteya Jinan a Meclîsê ye, anî ziman ku wê jin bi awayekî aktîf beşdarî van hilbijartinan bibin û wiha pê de çû: “Weke jin sed sedî em ê bi awayekî çalak û aktîf beşdarî van hilbijartinan bibin. Ji bo ku jin rêjeyeke baş di van hilbijartinan de bidest bixe em ê kar û xebatan bidin meaşndin. Li gorî qanûna hilbijartinan ku meclîsa me derxistiye, divê jin ji sedî 40 cihê xwe di van meclîsan de bigre.”

Evîn da zanîn ku jinên herêma Cizîrê wê rola xwe ya di meclîsên herêmî de jî bicih bînin û got: “Jinên Sûriye û Rojava rastî gelek zordariya rêjîmê hatine. Ji ber vê jî dema ku şoreşê destpê kir, jinan pêşengtî kir û rola xwe ya girîng lîstin. Jina Rojavayî li çeperên şer parastina xak û gelê xwe dike. Dema ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk hat avakirin jin cihê xwe di nav de girtin û mafên xwe misoger kirin. Çi hilbijartin werin kirin wê jin ji bo wan amade bin û serkeftinên mezin bidest bixin.”

(zt)