Dê Perlementera Filistin ê Halide Cerrar derxin dadgehê

13:41

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Eniya Azadiya Gelê Filistînê (FHKC) Halide Cerrar ya ku ji aliyê Îsrailê ve hat binçavkirin û bê derxistina dadgehê girtin dê îro derxins dadgeha leşkerî. Filistîniyan neraîzbûn nîşanî girtina Halide dan û kampanyeya bi navê 'Azadiya Halide' dandespêkirin.

Di 2 yê nîsanê de Parlementera Eniya Azadiya Gelê Filistînê (FHKC) Halide Cerrar li mala xwe ya li Ramallah ê ji aliyê leşkerên Îsrail ê ve hat girtin. Di serdegirtinê de bêyî derxistina dadgehê Halide girtin binçavan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Ma yê dê Halide ya 25 salî ku hinek nexweşiyên wê yên kironîk hene îro derkeve Dadgeha Leşkeriya Îsraîlê.

Ji bo Halide kampanyeya azadiyê hat despêkirin

Feminist Halide ya ku salên demdirêjin di nava tekoşîna azadiya Filistînê de cîh digire hat binçavkirin û girtin. Piştî girtina Halide nerazîbûn zêde bûn, filistîniyan kampanyeya 'Azadiya Halide' dan despêkirin. Serokê Komeleya Girtiyên Filistînê Fares Kaddura jî girêdayî girtina Halide axivî û got: "Leşkerên Îsrailê xwestin Halide mala xwe ya li Ramallah ê biterikîne, lê Halide ew fermana wan ne pejirand. Leşkerên Îsraîlê jî bi girtina Halide xwestin tolê hilînin. Li gel wê jî devera Halide lê dijî dibin Otoriteya Netewiya Filistînê deye. Em difikirîn ku agahiya hikumeta Filistînê ji êrîşê hebû û di vî karî de li hevkirinek heye."

Li gorî Komeleya Alîkariya Mirovi ya Girtiyan Addameer jî 23 siyasetmendarên jinên Filistînî girtîne.

(zt)