Dê çeteyên DAİŞ'ê 213 Êzidî dîlgirtine serbest berdin
12:14
Nîsan
8
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn îro 213 êzidiyên di destêDAIŞ'ê de serbest bên berdan.
Tê payîn ku li başûrê Kerkûkê zêdetirî 213 kurdên Êzidî ku piraniya wan pîr, kal, jin û zarokin ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibin. Li gor agahiyên hatine girtin çeteyên DAIŞ'ê li hember berdana êzidiyên dîlgirtî çend daxwazên wan hene. Niha gundê Hemîreya biçûk ku dikeve başûrê Kerkûkê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Tê payîn Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bin û vegerin herêma Kurdistanê.
(zt)