Pirtûka 'Ji bo Kobanê mirin' derket
10:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka 27'an ya Sînemavan û Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi ya bi navê "Ji bo Kobanê mirin" derket.
Pirtûka 27'an ya Sînemavan û Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi ya bi navê "Ji bo Kobanê mirin" derket. Ji sala 1990'an heya niha bi kurdan re din ava têkiliyê deye. Di sala 1990'an de bi qaçaxî derbasî bajarê Zaxo yê Başurê Kurdistanê bûye. Nivîskarê Firansi yê di demek nêz de çuyî Rojava û pirtûka bi navê "Ji bo Kobanê mirin" nivîsiyî di pirtûka xwe de ji dur ve di televizyonan de temaşekirina şer vedibêje. Di pirtûka ku portreyên kesayetên bûne lehengên şoreşê cîh digire de rastiya şer tê vegotin. Her wiha di pirtûkê de cîh hatiye dayîna gotûbêjên ser cesareta herî bilind ya parastina mirovahiyê.
Nivîskarê Fransi şervanên jin yên kurd weke Jeanne Arc yên sed sala 21'an binav dike, di pirtûkê de di heman demê de sekna xwe jî dide diyarkirin û civaka Fransa jî lêpirsîn dike. Nivîskar balkişandiya ser Ewrupayiyên dikevin nava DAIŞ'ê tên li hember kurdan şer dikin û wiha dibêje: "Ev hişmendiya serubin ya ku mirovên herî oldar jî terorîze dikin dê rojekê bi hemû hurkolînên wê ve bê vegotin." Nivîskar pirtûk bi serkeftina kurdan û azadiya Kobanê bi dawî kiriye wiha axiviye: "Ev serkeftin li hember şerîetên medenî jî serkeftineke."
Pirtûka ku ji Equateurs ê derket mala weşanê ji bo nasîna wê gotinên weke "Ev şerek me hemûyan eleqeder dike."
(zt)