Komkujiya Amûdê bi vekirina sînemayek nû wê were bibîranî

10:42

AMÛDÊ - Beriya 56 sal li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê ya Rojava şewat derket û 283 zarok jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna zarokan li bajar binavê "Sînemaya 13" sînemayek nûy hat vekirin û îro deriyên xwe vekirin.

Li bajarê Amûdê ya Rojava, di 13'ê mijdara 1960'an de li Sînemaya Amûdê dema fîlîm dihat temaşekirin hêzên girêdarî rejîma Baas şewat derxistin û 283 zarok di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna zarokên jiyana xwe ji dest dan salonek nû ya sînemayê hat vekirin. Sînemaya ku xebatên çêkirinê di serê salê de destpêkirin navê "Sînemaya 13" lê hat kirin.

Sînemya ku dê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk a Hûrî de xebatên xwe bidomîne îro saet di 17.00'an de deriyên xwe dê bi merasîmekê vebike.

Piştî merasîmê dê li sînema bê temaşekirin û dê fîlma destpêkê "Meş" a ku Şiyar Ebdê derhênertiya wê dike bê temaşekirin.