'Bi piştevaniya femînîst pirtûka 25 sal' derket

10:24

STENBOL - Bi munasebeta salvegera damezirandina 25'emîn a Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati pirtûka bi navê "Bi piştevaniya femînîst 25 sal" a ku encama xebata kolektîf û femînist e derket pêşberî xwendevanan.

Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati bi munasebeta 25 salvegera damezirandina xwe pirtîka bi navê "Bi piştevaniya femînîst 25 sal" di şeva danasînê ya di 30'ê kanûnê de derket pêşberî xwendevanên xwe. Pirtûk ji 8 beşan pêk tê û xetên 9 jinan heye. Di pirtûkê de beşên bi navê "Têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan û Mor Çati", "Ji Mor Çatiyê piştevanî girtin" "Tecrubeyên Stargehan" "Li dijî şîdeta zilam têkoşîn" "Sererastkirinên qanûnî yên nû" cih digirin û şahidbûnên jinên ku ked dane Mor Çatiyê cih digirin, belge, afîş û kupurên rojnameyan hene.