Piştevaniya jinê ya bi stranan sînoran radikin

09:42

STENBOL- Femînîstên Îranê bi sirûda ku ji bo jinên Tirkiyeyê striyan re piştevaniya jinê li dijî hemû zextan derxistin derveyê sînorê welat. Sirûd bi daxwazên ‘Ev deng dengê azadiyê ye, ev deng dengê serhildanê ye, em bi dengê xwe li gel we ne, bijî piştevaniya femînîst’ diyariyê jinên Tirkiyeyê hat kirin.

Jinên femînîst yên Îranê bi stranan piştevaniya xwe ya ji bo jinên Tirkiyeyê anîn ziman û bi hevkariya sirûdekê piştevaniya xwe ya ji bo femînîstên Tirkiyeyê anîn ziman. Femînîstên Îranê ku li Îranê bi veşarî faliyetan dimeşînin, ji bo jinên Tirkiyeyê k udi demên dawî de şîdeta li hemberî wan di asta herî jor de ye, bû deng. Sirûd bi daxwazên ‘Ev deng dengê azadiyê ye, ev deng dengê serhildanê ye, em bi dengê xwe li gel we ne, bijî piştevaniya femînîst’ hat parvekirin û bi wêneyên ku berxwedana jinê nîşan dide, ji aliyê Fîlmmorê ve kirin klîb.

Li cîhana ku di van rojên dawî de têkoşîna jinê bilind bûye de jinên Polonya, Yewnanîstanê piştevaniya bi jinên Tirkiyeyê re nîşan dabû.

Gotinên sirûda Farsî bi Tirkî wisa ye:
“ Ey jin ti!
Ey wateya jiyanê, dema koletiyê bi dawî bû
Cîhanek din pêkane
Têkoşîna me ji bo xweşikbûna cîhanê hewceye
Ev dengê azadiyê ye
Ev nîda serhildana azadiyê ye
Azadiya jinê pêkane
Emê vê pêkan bikin
Ey jin Ey wateya jiyanê!”
Klip, li ser lînka https://twitter.com/Filmmor_/status/800811940176162816,
https://www.facebook.com/Filmmor/videos/vb.230219163714199/1209700689099370/?type=2&theater” dikare bê temaşekirin.