Teatra Jiyana Nû bi 'Qayda û Îstîsna' ji nûve li ser dîkê ye

09:40

STENBOL-Teatre Jiyana Nû ku hewl dide bi hunera xwe ji pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê re bibe bersiv bi lîstika Qayde û Îstîsna li ser dîkê ye. Di repertuara xwe ya beriya vê de lîstika Tîrsa Fuhrer a Bertolt Brecht lîstin. Ji Teatra Jiyan a Nû Rugeş Kirici wiha got: “Rêgeza me ya sereke eve ku em meseleyên civakî bi hevkariya hunerê bigihînin civakê. Gelê Kurd di nav êşek mezin de ye û li gorî vê jî têkoşîna xwe bilind kiriye. Bêguman em nekarin pişta xwe bidin van û hunerê bikin.”

Lîstika Qayde û Îstîsna ya Bertolt Brecht ya li cîhanê bi zimanên cuda hat lîstin, bi Theater an der Ruhr ya li Elmanyayê faliyetan dimeşîne di çarçoveya projeya partner re, Teatra Jiyana nû jî lîst. Di encama xebata mehekê de di 2’ê cotmehê de promiyeta wê, di 22’ê cotmehê de jî ya duyemîn hat kirin. lîstik di 3’ê Qanûnê de li Teater an der Ruhr wê lîstin. Di lîstikê de Rugeş Kiriciê karekterê bazirgan zindî dike û bi tevahî 7 lîstikvan cih digirin. Di lîstikê de Apo Tayboga, Cebar Alp, Sakîna Jîr, Rugeş Kirici, Yasemîn Karadag, Ferhat Faqî, Çetoyê Zedo, Serkan Brusk, Serhat Aydin, Umît Uçar û Serhat Kural cih digire.

‘Wê di 4’ê Qanûnê de li Kolnê bê lîstin’

Rugeş Kirici diyar kir k udi çarçoveya projeya Sahneya Stnebolê ya Teater an der Ruhr re bi Şanoya Kurd re xwestine projeya partner bikin û wiha berdewam kir: “Proje wê di 3’ê Qanûnê de li Elmanyayê li Theater an der Ruhr promiyera xwe ya duyem bike. Emê li Ewropayê çend hebên din jî pêk bînin. Her wiha wê lîstikên li Stenbolê jî bidomin. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ji ber tayînkirina qayyûmê nehat kirin. Ji ber vê listîk wê li Kolnê bê nîşandan.

Rugeşê bi lêv kir ku lîstik çîroka rêwitiyekê ya ku têkiliya yên dipelçiqîne û yên bindest vedibêj ye û bazirgan û xebatkar hewl didin xwe bigihînin bîra petrolê û di dema rêwitiyê de tiştên tên jiyîn tên vegotin. Her wiha têkiliya jin-mêr, bindest- yên dipelçiqînin dikare bê lêpirsînkirin.

Rûgeşê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew hewl didin hunerê bi gel re bînin cem hev. Rûgeşê bang li temaşevanên xwe yên Ewropayê kir û wiha pê de çû: “Şanoya Kurd bi zehmetî diçe Ewropayê. Eleqeya ciwanên Kurd ya ji bo şanoyê heye. Divê nifşê wir şanoya Kurd nas bike.”
Bernameya turneya lîstikê wihaye:

*Di 3’ê Qanûnê de li Theater an der Ruhr MULHEIM

*Di 4’ê Qanûnê de li Alte Feuerwache KOLN

*Di 6’ê Qanûnê de li La Belle Etoile PARÎS