Li dijî zimanê serdest yê mêr zimanê jinê ‘Kovara F'

09:38

ÎZMÎR- Kovara F ya ku dixwaze zimanê jinê ava bike û femînîste li dijî zimanê serdest yê mêr têkoşîna jinê vedibêje û kovarek têr û tije pêşkêşî jinan dike.

Kovara F ya ku ji aliyê Komeleya Nivîskarên Jin ya li Îzmîrê ye tê amadekirin ev 4 sale weşana xwe didomîne. Di 4 salan de kovarê azadiya jinê, ked û aştî kir mijar û dest dide jiyana jinan. kovara F hejmara wê ya 13’emîn derket û di vê hejmara xwe de ji bo Necmiye Alpay, Asli Erdogan û Umît Fatma Firat azadî hat xewstin. Mijara dosyayê jî bû ‘Ma malbat tine’. Di vê hejmarê de nivîskarên jin têgeha malbatê lêpirsîn dike.

‘Esasa sereke jine’

Sevgî Çîfter ya di amadekariya kovarê de cih girt diyar kir ku destpê mijara dosyayê diyar kirine û piştre jî plan kirine ku ji nivîsan bixwazin. Sevgiyê wiha berdewam kir: “Em nivisan ji edîtoryayê derbas dikin. Esasa sereke jin e. Em cih didin aştî, ked û mijarên rojevî. Piştî 7’ê Hezîranê me têgeha aştiyê derxist holê.”

‘Di qunçikan de me jiyana jinan kir mijar’

Sevgiyê di berdewamiyê de da zanîn ku ‘Qunçikê Jinê ya Hişan’ de jiyana jinên wêjevan kirine mijar. Her wiha Sevgiyê da zanîn k udi vê hejmarê de ji bo Asli Erdogan, nivîskar Necmiye Alpa û endama komeleya wan Umît Fatma Firat jî derxistine pêş.

Fîgen Uyguner ku yek ji kesên kovar amade kiriye jî destnîşan kir ku li gorî ku jin çawa di bin bandora rojevê de dimînin û cihê wan yê di rojevê de tevdigerin. Fîgenê wiha berdewma kir: “Em dixwazin di alî zimanê jinê û têkoşînê de tiştekî ava bikin. divê her tişt bi nêrîna serdest ya mêr neyê ava kirin. Em dixwazin bi nêrîna jinê ava bikin. em dixwazin zimanê jinê ava bibe.”