Dengbêj Zeyno di têkoşîna azadiyê de dengê jinê ye

09:17


AMED - Dengbêj Zeyno bi klamên xwe li dijî zilma mêr-dewletê berxwe dide.

Zeynep Yavuz bi navê din dengbêj Zeyno li Erxaniya Amedê dijî. Dengbêj Zeyno bi klamên xwe berxwedanê vedibêje. Zeyno ku 50 klamên wê hene, herî zêde li ser têkoşîna azadiya Kurd klaman dibêje. Zeyno 6 klamên ku jiyana wê vedibêje jî kiriye beste.

‘Ez bi şîdeta xalê xwe yê sercerdevan bû zewicîm’

Zeyno di temenê biçûk de şîdetê dibîne û bi zaroka xalê xwe yê sercerdevan bûye zewiciye. Dengbêj Zeyno wiha dibêje: “Ez du caran zewicîm. Yê ewil bi şîdeta xalê min çêbû. Min ji ber zilma hevjînê xwe dest jê berda. Niha ez bi hevjînê xwe yê duyem re me.”

Zeyno bi firotina şîr û mastê ji çêleka xwe digire jiyana xwe didomîne û klamên xwe ji bo dostên xwe û xwe dibêje. Zeyno diyar kir ku ew dixwaze di kanalên Kurd de jî klamên xwe vebêje û ji ber xwendin û nivîsandina wê tine klamên xwe qeyd nekiriye.

Zeyno wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov parçeyekê xak û çanda xwe ne. divê jin û mêr di têkoşîna azadiyê de ligel hev bin. Xaka mirovan şerefa mirovane. Mirov çiqas zilmê bibînin jî divê mirov ji bo xaka xwe berxwe bidin. Ji bo vê jin, zarok, ciwan û extiyar divê têbikoşin. Ji ber ku cîhana me hemûyane