Xwendekarên Dîcle Firatê: Emê bi hunerê bersivê bidin

10:07

JINHA

AMED – Xwendekarên Komeleya Çand û Hunerê ya ku bi KHK’ê hat girtin diyar kirin ku wê bi hunerê bersivê bidin mohrê.

Komeleya Çand û Hunerê ya Firatê ku ev 13 sal bû li Amedê faliyet dimeşand û bi KHK’ê hat girtin, xwendekarên xwe xebatên xwe didomînin. Hunermend û xwendekarên wê diyar kirin ku wê li kolanan bin û dest ji hunerê bernedin.

‘Nekarin erbaneya min bêdeng bikin’

Xwendekara Erbanê Mizgîn Aydenîzê diyar kir ku hemû xwendekar bi biryarin ku xebatên xwe bimeşînin û ev tişt anîn ziman: “Ew der mala me bû. Lê ji destê me girtin. Emê bêdeng nemînin û berxwe bibin. Nekarin erbaneya min bêdeng bikin.”

‘Emê li kolanan govendê bigerînin’

Dersîm Durmaz jî anî ziman ku divê sazî demildest bê vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez 4-5 mehin ez li Dîcle Firatê dixebitîm. Mirovan gelek ked dida wir. Lê hikûmetê mohr li xeyalên me xistin. Ne em û ne jî mamostyên me dest ji hev berdidin. Roja piştî girtinê me li parqê dersa xwe dît.”

Şeyma Yardimci jî bi lêv kir ku dixwazin wan bi mohrê bêdeng bikin lê emê bi muzîk û govendê bersivê bidin mohrê. Şeymayê got wê bi hunera xwe dersê bidin wan û wê bêdeng nemînin.