'Her sitraneke min diyariyeke ji bo şervanên Kurdistanê'

10:07

JINHA

MÊRDÎN- Li gundê Ewîna yê Mêrdînê dengbêj Medîne ya ku bi sitranan û şewata di dilê xwe de zilma dewletê vedibêje, destnîşan kir ku zîlm û komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser kurdan pêk hatin tu cararan nayên jibîrkirin.

Li navçeya Sitewrê ya Mêrdînê li gundê Ewîna Dengbêj Medîne Altun bi sitrananan şewata dilê xwe tîne ziman. Di saLên 90'î de piştî ku polîtîkayên dewletê yên koçberkirinê ketin dewrê dengbêj Medîne jî ji Muşê Koçberî Stewrê dibe. Medîne hêj di temenê xwe yê biçûk de eleqeyek mezin dide dengbêjiyê û sitranên ku ji bo Seyîtxanê ker hatine gotin guhdarî dike . Her wiha Medîne ji bo ku debara mala xwe bike ji şivantiyê bigire hemû karan dike. Di sala 2007'an de kurê Medîneyê Umut Altun tevli nav refên PKK'ê dibe. Medîne di sala 2009'ê de agahiya şehadeta kurê xwe digire û bi hesret û serbilindiyek mezin bi sitranan kurê xwe vedibêje. Medîne li gundê Ewîna bi sitranên xwe yên dilêş tê nasîn.

'Em ê zilma dewletê bi sitranên xwe vebêjin'

Medîne diyar kir ku zilma dewletan her tim bi sitranan tê vegotin, piştî zilma dewletê û komkujiyên li ser gelê kurd dîtin wê dest bi sitranan kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di salên 90'î de gundên me hatin şewitandin û hatin valakirin. Em ji gund koçber kirîn. Min di temenê xwe yê biçûk de zilma dewlet dît. Em bi dîtîna komkujîyan mezin bûn. kêfa min her tim ji sirtan û dengbêjiyê re dihat. Gava ku ez zarok bûm jî min her tim dengbêj guhdarî dikirin. Dengbêjiyê her tim bala min dikêşa. Gava min klamên dengbêjan guhdarî dikirin min dilêşiya gel hîs dikir ji ber wê jî min dest bi dengbêjiyê kir. Min her tim ji xwe re digot zilm û komkujiyên dewletê divê neyên jibîrkirin û her tim ji gel re bên vegotin."

'Ez bi sitranan evîna welatê xwe şîrove dikim'

Medîne anî ziman ku, ew her strana xwe dîyarî şervanên azadiyê dike û bi lêv kir ku, hesreta welat bi sitranan tê ziman û wiha dirêjî da axiftina xwe;" Dayik gava klam û lorînan dibêjin dilê wan rehet dibe dilşewatiya wan diherike ez her tim ji dayikan re stranan dibêjim ew gava min guhdar dikin hêstirên çavan dibarînin û dilê wan rehetir dibe. Ev jî kêfxweşiyê dide min ez hemû stranên xwe diyarî şerwanên Kurdîstanê dikim. Kurê min jî şervan bû. Di sala 2009'an de şehit bû. Ez bi lehengiya kurê xwe serbilind im ji bo ku bibin destan ez di hemû sitranên xwe de wan tînim ziman. Dengbêjî ji bo her dayikekê derman e. Ez bi sitranan Evîna welatê xwe yê birîndar şîrove dikim."