Komeleya Li Her Derê Huner bi çar zimanan perwerdê dide

09:59

JINHA

MÊRDÎN – Li Mêrdînê Komeleya Li Her Derê Huner ku çand, ziman û olên cuda aniye cem hev bi çar zimanan perwerdê dide û bi taybet mexdurên şer û xizan tevlî perwerdehiyên wan dibin.

Komeleya Li Her Derê Huner zarokên xizan, koçber û yên di bin badnora şer de mane tîne cem hev. Komele bi zimanê Îngîlîzî, Kurdî, Erebî û Tirkî perwerdê dide. Komele bi pedagojiya sîrkê hewl dide travmaya zarokan ji ser wan bavêje û kesên nekarin xwe bigihînin hunerê bigihînin hunerê. Xebatkara dildar a Komeleyê Pinar Demîralê diyar kir ku huner divê ne tenê li cihekî li her derê hebe.

‘Me 5 hevalan bi hev re ava kir’

Pinarê diyar kir ku hewldane ku hunerê bînin warên ku zarok lê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “5 sal berê em çend hevalan re hatin cem hev û me ev fikr derxist holê. Me bi 5 hevalan re ev komele av akir. Em 5 heval mamoste, wênesaz bûn. Yek ji van jî ez bûm. Ez di qada sîrkê de tevlî xebatan bûm. Me sala ewil bername pêk anîn. Hedefa me zarok û ciwan bûn. Ji ber vê me navê komeleyê wisa ndîn.”

Pinarê destnîşan kir ku ji bo zarokên ku di bin bandora şer de mane rêbaza pedagojiya sîrk acivakî pêk tînin û ji bo pirsgirêkên wan sivik bikin bernameyan çêdikin.
Pinarê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi 200 xwendekarî re salekê xebat meşandine û bi lêv kir ku di mehên pêş de wê ji bo zarokên Nisêbînê xebatan bimeşînin.