Ji Guldunyayê pirtûkek nû: Ez heta findikên xwe neşikînim namirim

09:59

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Weşanên Guldunyayê ji tecrubeyên Robîn Rînaldî derket rê û pirtûka bi navê ‘Ez heta findiqên xwe neşikînim namirin’ amade kir.

Weşanên Guldunyayê ji tecrubeyên nivîskar rojnamegerê DYA’yî Robîn Rînaldî derket rê û projeya Şikandina Findiqan xist jiyanê. Robîn Rînaldî rewşa jinan a hezkirina karekî, jiyanek bi ewle, hevjînekî baş digire dest. Jineke ku ferq dike ku pirsgirêk, konfor û hesreta wê ya ji bo azadiyê naguhere di nav travmaya zarokatiya xwe de, şêwirmendên zewacê û pirsgirên pêşkestina şexsî de rêya xwe xêz dike. Lê jiyan her tim wek wê nameşe. Robîn Rînaldî li ser nêrîna xwe ya di bin bandora femînîzmê de maye û gelek pirsên di hişê jinan de derdikeve rê û ev pirtûk dertê holê.

Nêrîna weşanan a têkildarî pirtûkê de wihaye:

Kovara Elle: Daxwazên jinan beyî sînor lêkolîn dike

The Washington Post: Çîrokek zayendî ya bi fikra xurtkirina jinê hatiye pêçandinê ye

Booklist: Vegotinek balkêş..

Chicago Tribune: Bi cesaretek mezin dibe sedem ku em wê bidin şermê. Lê rastî û dirûstiya wê me vedigerîne

The Sunday Times: Rînaldî feraseta nîrvanaya zayendî bê hesab vegot.