Melek Ozman: Mîhrîcaneke ku li pêşerojê dinêre li bende me ye

09:58

JINHA

STENBOL-Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Gezîcî Fîlmor a Navnteweyî ya 115’emîn ku ji 30 welatî 300 fîlmî serî lê daye amadekarî bil ez didomin. Mîhrîcan wê bi esasa ‘Jinên ji rûyê erdê hatine kirin’ pêk bê. Têkildarî mîhrîcanê de Melek Ozman axivî û diyar kir kul i her derê cîhanê demên zehmet tên derbaskirin lê ez dizanim ku wê pêşeroj ya me be, mîhrîcaneke ku li pêşerojê dinêre li bende me ye.

15’emîn Mîhrîcana Jinan a Gezîcî Fîlmorê ya Navneteweyî wê di duyemîn hefteyê meha adarê de destpê bike. ji 30 welatî nêzî 300 fîlmî serî li mîhrîcanê daye û mîhrîcan wê îsal ji bo şer, koçberî û jinên cihê xwe hatine kirin pêk bê. Fîlmên jinan yên gelek welatan wê bi temaşevanan re bên cem hev. Li her derê cîhanê jin li dijî êrîşên li dijî xwe berxwe didin û li ser vê esasê wê mîhrîcan ji fîlman re malovaniyê bike. Damezrînera Kooperatîfa Jinan a Fîlmmorê Melek Ozman têkildarî mîhrîcanê de axivî.

‘Ji 30 welatî 300 fîlm’

Melekê diyar ki rku amadekariyên mîhrîcanê bi lez û bez didomin û wiha berdewam kir: “Ji 30 welatên cîhanê 300 fîlm hatin. Jin wek her qadê di qada sînemayê de jî gelek hildiberînin. Hîna bername neqedyaye. Esasên cuda hene. Em di fîlman de van tiştan diaxivin; jinên ji cihên xwe hatine kirin, şer û koçberî. Esasa ‘jinên ji rûyê erdê hatine kirin’ zêdetir dertê pêş. Beşên me yên cuda jî wê hebin.”

Melekê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê îsal mîhrîcan li 7 bajaran bin û mîhrîcan wê di hefteya duyemîn a Meha Adarê de li Stenbolê destpê bike. Melekê di dawiya axaftina xwe de destnîşan ki rku li her derê cîhanê pêvajoyên dijwar tên jiyîn û got mîhrîcaneke ku li pêşerojê dinêre li bende wane.