NÇM’a Îzmîrê di dengê tekbîran hat girtin

11:27

JINHA

ÎZMÎR - Li Îzmîrê polîsên NÇM girtin vîdeoyên tekbîran temaşe kirin û bi gotina ‘bila li ser xêrê be’ derî mohr kirin. xebatkara NÇM’ê Leyla Akça diyar kir ku bi girtina avahiyekê klam û saz nayên bêdengkirin û diyar kir ku wê li kolanan bi gel re hevdîtinên xwe bidomînin.

Di çarçoveya OHAL’ê de gelek saziyên civaka sivîl hatin girtin û di nav wan de komeleya çand û hunerê jî hene. NÇM’a Îzmîrê hat girtin û xebatkara wê Leyla Akça têkildarî girtina wê de wiha axivî: “Ji ber lîstika me ya gel em saet di 20.30’an de li NÇM’ê bûn. Di vê navberê de polîs hatin û gotin em saziyê digirin. Me xwest em gazî parêzer bikin , rêberiyê bikin. lê gotin hewce nake. Di wê navberê de dengê tekbîran hatin û vîdeoyek dihat temaşekirin. Heqeret jî hatin kirin. Em li dijî vê derketin. Polîsan jî gotin ‘bila ser xêrê be.’

‘Emê hunera xwe bidomînin’

Leylayê bi lêv kir ku NÇM di 1991’ê de hatiye avakirin û me ti carî xebatên xwe di nav çar dîwaran de sînor nekir. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja xebatên çand û hunerê hatine destpêkirin heta niha me xebat li kolan û taxan dikirin. Ya hatiye girtin avahiyeke. Çar dîware. Emê hunera xwe bidomînin. Emê xebatên xwe ji vir şûnde jî bidomînin. Emê xebata xwe ya yekem li ber avahiya hatiye mohrkirin bikin. piştre emê li taxan bikin. Mohrkirin li pêş saz û klaman ne astenge.”

Leylayê di dawiyê de anî ziman ku di vê pêvajoyê de piştgiriya gel gelek girînge.