Koroya Şubadap ji bo Zarok Tv dibêje

09:07

Ozgu Ozutok /JINHA

ÎZMÎR- Koroya Zarokan a Şubadag sê sal berê li Îzmîrê hat avkakirin. Koroya ku derfet da ku ji gelên cuda zarok dest bidin hev di meha Qanûnê de wê di albuma Kurdî derkevin pêşberî hezkiriyên xwe. Di albumê de stranek 'Bila Zarok Tv vebe xêze fîlm dest pê bike' jî cih digire.

Koroya Zarokan Şubadap komeke ku muzîkê gerdunî dike ye. Ev kom sê sal berê ji bo zarok hepsê muzîka mezinan nebe hat avakirin û di heman demê de rolên zayenda civakî jî bi zarokan dide lêpirsînkirin. Koroyê heta niha 3 album derxitsiye û di meha Qanûnê de wê albumeke Kurdî derxînin.

Duru Ors Koroya Zarokan Şubadap vegot û diyar kir ku ev koro ji ber hewcedariyê ava bûye û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê ji bo zarokan muzîk nedihat kirin. Zarok zêdetir din ava muzîkên mezinan de hatibûn hepskirin. Ji ber vê ev kom me ava kir. Albuma yekemîn ji stranên tevlihev pêk dihat û albuma sêyemîn jî li ser ekolojiyê bû û navê wê 'Ezman ya kê ye' bû."

Stran li gelek ziman hat wergerandin

Duruyê destnîşan kir ku hemû stran bi awayekî kolektîf û ji aliyê zarokan ve tên strîn û di meha adarê de me stran lig elek zimanan wergerandin, li Kurdî wergerand, hinek li Elmanî, Îngîlîzî, Erebî û Îspanyolî hatin wergerandin.

Duruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji bo 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê amadekariya konserekê kiriye, klîbek kişandiye. Emê di dawiya meha Qanûnê de jî albumek Kurdî derxînin. Em xebatên Koroyê li Kadifekale û Basnameneyê dikin. Em bi vî awayî xwedî li zimanê xwe jî derdikevin."

Duruyê diyar kir k udi albuma wan de straneke li ser Zarok Tv jî heye.

(odk/hu)