CANAN di hunerê de şîdeta serdest a mêr ya entelektuel vedibêje

09:08

Nalîn Oztekin/JINHA

STENBOL-Femînîst-aktîvîst hunermend Canan ku tevlî Konferansa Muzeya Jinan a Navneteweyî bû zor û zehmetiyên hunermend li Tirkiriyeyê dijin û qezencê bi dest xistine vegot û destnîşan kir ku hilbreînên hunermendên femînîst wek nirx nabînin û cureyek mobîngê pêk tînin û ji xwe şîdeta mêr-entelektuel ji vir dest pê dike.

Canan ku liStenbol û Almanyayê gelek xelat qezenc kiriye di qada neteweyî navneteweyî de jî berhemên wê hatine raxistin. Canan di Konferansa Muzeya Jinan de tevlî panelekê bû. Cananê ji JINHA'yê re li ser têgeha 'Şîdeta Entelektuel-Mêr' nirxandin kir. Cananê balkişand ser girîngiya muzeyên jinan û wiha pê de çû: "Muzeyên jinan wek hunermendek jin min pir eleqeder dike. Ji bo berhemên hunermendên jin bigihêjin nifşekî din gelek girînge. Di muzeyên din de pir kêm cih didin jinan."

Cananê diyar kir ku hunermendên jin di qada hunerê de bi salan hewl didin xwe ispat bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jina bi giştî piştî temenekî dereng dikarin di vir de cih bigirin. Ji ber vê jî muze di vî alî de ji bo jinan gelek girînge k udi her temenî de cih bigirin. Wek her qadê di qada hunerê de jî jin rastî zehmetiyan tên. Di vê qadê de şîdeta serdest a mêr mijara gotinê ye. Ev wek şîdeta fîzîkî dernayê holê lê wek şîdeta entelektuel-mêr derdikeve pêş."

'Em bi mobîngê re tên rû hev'

Cananê bi lêv kir ku ew rastî mobîngê jî tên û hilberînên jinan wekê ku zêde ne bi nirxe nîşan didin û bi vî awayî cureyekî mobîngê pêk tînin. Cananê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Divê hunermendên jin yên bi şîdeta entelektuel-mêr re hatine rû hev xwe rêxistin bikin."

(hu)