Gulten Taranç: Armanca min eve ku ez fîlmên ji çavê jinê li cîhanê dinêre çêbikim

09:08

Evrîm Kepenek / JINHA

ANTALYA- Gulten Taranç bi fîlmê xwe yê 'Yagmurlarda Yikansam' di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya Navneteweyî de Xelata Temaşevanên Herî Baş girt. Gultenê got: "Sînema nasnameya derhênerê xwe ye. armanca min ev bû derdên jinan vebêjim, dengê wan bidim bihistin. Zîhniyeta biryara pîvanara bedena jineke ciwan li cihê kar dide, hilberîna zîhniyeta mêrê ku jiyana hevjîn, destgirtiya xwe ji dest digireye. Ji ber vê min di fîlmê xwe yê yekem de cînayetên jinan girt dest.

Hezkirinên sînemayê her çiqas Gultan Taranç di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya Navneteweyî de bi fîlmê 'Yagmurlarda Yikansam' nas bike jî, Gulten derhênereke bi înat ya ku bi salane bi çavê jinê li cîhanê dinêre ye.Gulten derhênereke ku Portekala Zêrîn qezenc kiririye.

Gultenê diyar kir 10 sal berê dema kamera girtiye destê xwe nedizanî çi bike û ji 2010'an heta niha di kurtefîlmên dikişîne de bal dikişîne ser çîrokên jinan û wiha got: "Sînema nasnameya derhênere. Ji ber vê min berê xwe da mafê jinan. Min li zanîngeha Dokuz Eylulê beşa Televîzyon û Sînemayê xwend."

Gultenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û her roj jin tên kuştin û wih agot: "Min destê xwe xist bin kevir û ev fîlm derketin holê. Jinên ji ber pîvanên bedena xwe nekarin di sektora reklam û fîlman de bixebitin li ber çavê hemû kesî jî biçûk tên xistin. Zîhniyeta biryara pîvana beden dide, bi zîhniyeta ku jinê dikuji re hemane."

'Min nexwest temaşevan nerehet bibin'

Gultenê wiha berdewam kir: "Ez sê salan li ser fîlm xebitîm. Hevala min senarîst Çagla Canbaz piştigrî da min. Fîlm bandora şîdetê ya li dû xwe dihêle vedibêje. Di fîlm de ji bo kujerên jinan jî peyam heye. Ji bo jinên şîdet dîtine jî peyam heye. Me dem bi dem hewl da ku temaşevan vê wek fîlm bibîne. Lê tevî vê temaşevan pir caran bi girî ji fîlm derdikevin."

Gultenê ji bo nûçgeyên zayendperest û zîhniyeta serdest yên ku ji ber kîlo kar nedîtiye jî ev tişt anîn ziman: "Ez ji vê mijarê nerehetim. Ji bertekên tên min fêm kir mirovan ez şaş fêm nekirime. Ne min li ser qelewbûna xwe ajîtasyon kir û ne jî li ser jinê hatine kuştin prîm kir. Ger min ajîtasyon bixwesta minê di fîlmên xwe de bikira. Min di festîvala Antalyayê de gotinek anî ziman 'mixabin ji ber ez qelewbûm min kar nedît, min kredî kişand û fîlm kişand, min cînayetên jinan vegot'. Çapemeniyê jî qelewbûna min da pêşiya kuştinên jinan."

Hewce bi vegotina çîrokên jinan heye

Gultenê got wê xelat ji Portekala Zêrîn nedipa û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min ji temaşevanên ji bertekên erênî girt. Ez ji bo hemû kesên deng dane spas dikim. Hewcedarî bi vegotina çîrokên jinan hene."

Di fîlmê 'Yagmurlarda Yikansam' de Yelîz Tozan, Derîn Înce, Murat Ergur, Engîn Benlî,Muge Ulusoy, Çîgem Benlî, Rabîa Kaya, Gulçîn Çakir û Bîlgîn Ertok dilîzin.

(hu)