Ji atoleyeya tekstîlê berbi derhêneriyê: Bila jin li bende sibehan nemînin

09:09

Evrim Kepenek / JINHA

ÇANAKKALE- Derhêner Kîbar Daglayan ku bi belgefîlma xwe ya bi navê 'Strana ba' tevlî BIFED'Ê dibe çîroka xwe ya ku ji atolyeya tekstîlê destpê dike û berbi derhêneriyê ve diçe vegot û got her jin bixwazin wê bigihêjin hedefên xwe. Kîbarê got: "Wek helbestvan Dîdem Madakê gotiye 'Jin, ji bo xewnên we pêk bên bende sibehê nemînin'. Jin her tim neçarin sebr bikin. lê bila zincîra sebrê bişikînin û kamerayên xwe bigirin û beyî benda sibehan bimînin bila dakevin kolanan."

Derhêner Kîbar Daglayan Yîgît 10 sal berê agahîya xebatên atolyeya belgefîl-sînema a BEKSAV'ê ji Radyoya Ozgur digire. Piştre diçe BEKSAV'ê. Îro 4 belgefîlmên wê hene û bi dehan xelat girt.

Jinên li atolyeya ben hatin qetilkirin

Kîbarê got beriya belgefîman çîrok dinivîsand û got dema çûye BEKSAV'ê kamere girtiye destê xwe û berdewam kiriye. Kîbarê got piştî perwerda BEKSAV'ê di 2008'an de berê xwe dide çîroka jinên li atolyeya bend hatine qetilkirinê. Kîbarê kameraya xwe girt û çû Bursayê 5 jinên jiyana xwe ji dest dabû girt dest. Gelek xelat qezenc kir.

Di şopa kedkaran de çû

Kîbarê got hêza ji wê fîlmê girtiye îro fîlmên nû dikişîne û fîlmê wê yê duyemîn jî balê dikişîne ser kekdarên Kurd. Belgefîla wê ya 'Pirên ji camê' hêjayî gelek xelatan hat dîtin û bi hêza ku ji vê girt jî berê xwe da jiyana kedkaran.

'Belgefîlma kêfxweşiyê' ji ber sedemên polîtîk nehat nîşan dan

Kîbarê diyar ki rku kesên dixebitin kêfxweşiyê her tim li dû xwe dihêlin û dibêjin wê piştî teqawîtbûnê jiyanek rehet bijîn. Kîbarê got ji ber vê belgefîlma kêfxweşiyê kişandiye û lê ev belgefîlm ji ber polîtîk hat dîtin di mîhrîcanan de zêde nehat nîşan dan.

Kîbarê rewşa jiyana ekolojîk ya li Tirkiyeyê dît û vê carê berê xwe da bajarê Arguvan a Meletiyê. Jiyana gundiyên Elewî ya li Arguvanê bi navê 'Strana Ba' kişand. Ev fîlm di Mîhrîcana Belgefîlman a Ekolojîk a Navneteweyî ya Bozcaadayê (BIFED) hat nîşan dan. Her wiha wezareta çandê piştgirî neda vê belgefîmê.

Kîbarê da zanîn ku di fîlm de keça wê Eda Elîf Tîbetê jî alîkariya wê kiriye û got ji bo belgefîlma nû jî ketiye nava amadekariyan. Kîbarê wiha got: "Di vê belgefîmê de wê Dîdem Madakê bikim mijar. Wek Dîdem Madakê gotiye 'Bila jin ji bo xewnên xwe sibehan nepên.' Jin ji bo xeyalên neçarin sebr bikin. lê divê ev zincîr bişikên û dakevin kolanan."

Kîbar Daglayan Yîgît Kî ye?

Kîbar di 1968'an de li Kixê ya Çewlîkê hatiye dinê. Dema di lîseya Ertugrul Gazî ya Stenbolê de dixwent li aliyê din jî di sektora tekstîlê de dixebitî. Ji ber aboriyê lîse nîvco hişt. Demek dirêj sekreterî û karên din kir. Der barê jiyanê de hinek çîrokê biçûk nivîsî. Bi armanca pêşxistina zimanê çîrokê di 2004'an de Atolyeya Sînemayê ya BEKSAV'ê nas kir. Ji wê rojê û şûnde kamera ji destê xwe dananî.niha der barê jiyanê de nivîsandina çîrokan berdewam dike.

(hu)