Ji bo Muzeya Jinan a Mezopotamyayê konferans pêk tê

09:06

JINHA

STENBOL-Di çarçoveya xebatên Muzeya Jinan a Mezopotamyayê ku wê li Amedê bê avakirin wê konferansek pêk bê. Seroka Daîreya Turîzm û Mîrateya Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya axivî û got: "Em dixwazin asta dîrokî ya jinan a li ser xaka Mezopotamyayê û hatina wê ya îro vebêjin."

Di 30'ê Cotmehê de têkildarî Muzeya Jinan a Mezopotamyayê de akademîsyen û xebatkarên jin yên muzeyê wê konferansekê pêk bînin. Seroka Daîreya Turîzm û Mîrateya Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya axivî û got ew demek dirêjin di nav xebatan de ne. Muze wê li Stenbolê pêk bê. Nevînê diyar kir ku Muzeya Jinan a Mezopotamyayê ji muzeyên din gelek cudatire.
'Wê bi Amedê sînor nemîne'

Nevînê wiha got: " Hem di alî çandî û hem jî di alî erdnîgarî de cudahiyên me hene. Di esasê de pirsigrêkên me hamen lê pirsgirêkên me yên cuda jî hene. Me di mijara ku em çawa vê çareser bikin de fikr girtin. Me got emê vê çawa bibin mzueyê û çawa cudabûnê pêk bînin. Di mijara em xwe çawa rêxistin bikin de rê û rêbazan de dan û standina fikr kir. Me muzeyên jinan nas kir. Me hevkariyek axivî. Me sozên piştgiriyê girtin. Me tecrubeyên jinên Kurd û tecrubeyên muzeyên li vir girtin bi hev re parve kir. Emê cudabûna muzevaniyê derxin holê. Ev çarçove wê bi Amedê sînor nemîne."

Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku avakirina muzeyê wê bi herêmê sînor nemîne û got ger bi wir sînor bimîne wê pirsgirêk li wir bên heps kirin. Nevînê da zanîn ku wê berfirehiya wê bi tevahî Mezopotamyayê be.

Nevînê da zanîn ku wê li ser navê Mezopotamyayê muze bê avkairin û got dîroka kûr ya jinê li ser van xakan destpê kiriye û m eme xwest em vê di bin sernavê Mezopotamyayê de bînin ziman.

Nevînê di dawiya axaftina xwe de got wê konferans di 30'ê Cotmehê de li Sumerparqê ya Amedê pêk bê.

(kom/hu)