Bi objektîfê nîşandana dezavantajan

09:02

JINHA

AMED - Kîbar Suvarî û Nûjenê ji komên dezavantaj yên civakê zarok û astengdar girtin dest û ji çavê zarokên Sûrê û teşeyên ji civakê durxistin a astengdaran bi objektîfa xwe vedibêjin.

Koordînatora Galeriya hunerê ya Amedê Kîbar Suvarî û endama DÎFAK'ê wênekêşvan Nûjenê bi armanca balê bikişînin der cudadîtina di civakê de zarok û astengdar girtin dest û du xebat pêk anîn. Di rojên borî de li Rojên Wêneyan a Navneteweyî ya li Amedê de her du xebatan balkişand.

'Xebata 3 mehan û encamên serkeftî'

Koordînatora Galeriya Hunerê ya Amedê Kîbar Suvarî ku ji 2005'an heta niha bi zarokan re dixebite piştî berxwedana rêveberiyên xweser ya li Sûrê şûnde ji çavê zarokan nêrîna li jiyanê digire dest. Kîbarê diyar kir ku ji zarokên Îskenderpaşa û Lalebey yên malên xwe terk kirine ekîbek wênekêşvaniyê ava kirine û got vê ekîbê di encama sê mehan de wêneyên serkeftî derxistine holê.

Kîbarê diyar kir ku şer bandorek mezin li esr jiyana zarokan kiriye û got wan hewl daye psîkolojiya zarokan li ber çavan bigirin û mijaran hilbijêrin lê zarokan xwestine cihên ku lê jiyane bikişînin. Kîbarê da zanîn ku ji ber vê însiyatîf ji zarokan re hiştine.

Wênekêşvan Nûjenê jî bi hêmaya 'azadî' astengdar kir mijar. Nûjen ji salên lîseyê de bi wêneyan re mijûl dibe. Nûjen endama Komeley Wêneyên Amator ya Amedê ye û got astengdar ji ber rewşa xwe nekarin dervekin derve û got ji bo cîhanek bê astenî azadî hebe.

(mla/hu)