Bernameya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Berîtan aşkera bû

14:10

JINHA

MEXMÛR - Bernameya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Berîtan ku li Wargeha Mexmûrê ji du salan carekê tê lidarxistin aşkera bû.

Dê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di navbera 24-25'ê cotmehê de 'Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Berîtan' bê lidarxistin. Mîhrîcana ku ji du salan carekê tê lidarxistin dê vê salê cara 7'emîn bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya mîhrîcnê aşkera kir.

Lî gorî daxuyaniya ku hat dayîn di bernameya du rojan a mîhrîcanê de ev mijar cih digirin: "Panelek dê li ser têkoşîn û jiyana Berîtan bê lidarxistin. Pîştî panelê dê pêşangeha çand û hunerê bê vekirin û di pêşangehê de dê danasîna xwarinên herêmî bê kirin. Di mîhrîcana ku dê tê de kurtefîlm jî bên nîşandan, dê koroya zarokan û yên jinan jî cihê xwe di mîhrîcanê de bigirin. Her wiha dê gelek hunermendên navdar yên wekî Ergîn Xelîkan, Helîm Omerî, Sîpanê Xelat û yên wekî Jiyan û Xecê jî cihê xwe di mîhrîcanê de bigirin.

(mg/mk)