Bi 4Plusê re di wênekêşvaniyê de cudahiya jinbûnê

09:15

JINHA

AMED - 4Plus ku ji wênekêşvanên jin yên serbixwe ava bûye, qirkirina Ermeniyan a 1915'an, transseksuell û şerê Karabagê li Amedê raxistin. Wênekêşvanan diyar kirin ku nêrîna jinê ya li wênekêşiyê li dijî qadên eleqeyê û hissiyatê nêzîkatiyên cudane û got wênekêşvanên mêr cudahiyekî nafirînin.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Amatorê Wênekêşên Amedê (DÎFAK) ve di 14-16'ê cotmehê de bi hêmaya 'Azadî' 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî ya Amedê pêk hat. Nazîk Armanekyan û Anush Bajajanyan ku bi hevkariya '4Plus' ku ji Jinên Serbixwe pêk tên tevlî bûn û wêne û wêkêşî vegotin.

Nazîk ji 2002'an heta niha bi wênekêşiyê re mijûl dibe û got destpêkê di stutyoyê de destpê kiriye û piştre wêne-nûçegîhanî kiriye û piştre belgefîlm kişandiye. Nazîk got wê wêneyên jiyana kesên transeksuel û qirkirina Ermeniyan a 1915'an kişaşandiye.

Nazîkê da zanîn ku ji ber civak bi nefret nêzî hevzayendan dibe, li ser vê mijarê xebitiye û got wê hewl daye ku nasnameya transeksuellan û kesayeta wan bide xuyakirin. Nazîkê da zanîn ku wêne dibe sedem ku cîhan bi çavên cuda bên dîtin.

Wênekêşvana Belgefîlman Anusha Babajanyan jî hawira bi pevçûna Karabag ya di Nîsana 2016'an de pêk hat nîşan da. Anush diyar kirku bi saya 4 Plusê şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê ya li Karabagê derketiye nîşan daye. Anusha got li Ermenîstanê jin û mêr rastî heman zehmetiyan tên.

(dk\hu)