Rengê Jinan Arzele gazî pêşbirkê dike

09:02

JINHA

STENBOL-Navenda Çandê ya Arzela ku armaca wê belavkirina çand û hunera kurd û rengê jinê ye bi navê 'Pêşbirka xwendinê' pêşbirka xwendina pirtûkên Kurdî pêk tîne û dîroka dawî ya serlêdanê heta 1'ê mijdarê ye.

Navenda Çanda Arzele di 2005'an de bi armanca belavkirin hunera çanda Kurd û di qada hunerê de qadeke nû bi afirîne hat avakirin. Hat diyar kirin ku bila malbat zarokên xwe bînên vê navendê û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û kesên dixwazin kurdewar jî bijîn vexwendî dikin. li aliyê din jî li navenda çandê ku hejmara jinan zêde komuna jinan jÎ heye. Li her odeyên navendê navê hunermendên Kurd yên jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn û ji aliyê jinan ve jî Qunçikê Jinan hatiye avakirin û wêne û nivîsê têkildarî jiyana jinên şoreşger de cih digire.

'Em bi komunên jinan reng tevlî dikin'

Xebatkara navendê Sevgî Baskan diyar kir ku gelek malbat ji bo piştevanî û piştgiriyê tevlî faliyetên çand û hunerê dibin û bi taybet malbat ji bo zarokên xwe ji jiyana yoz biparêzin û xwedî li çanda xwe derkevin tên vir. Navenda Çanda Arzele dersên erbane, gîtar, şano, fîlm û ziman didin. Ligel van fîlm tên nîşandan. Sevgiyê got di navendê de xebatên ji bo jinan jî tê meşandin û got bi komunan reng tevlî faliyetên çandî dikin.

'Ji bo jiyandina Kurdî ji bo kampanyayê piştgirî'

Sevgiyê bi lêv kir k udi rojên pêş de di navendê de pêşbirka xwendina romanên Kurdî wê pêk bê û got ev fikr yekem car li Tirkiye û Kurdistanê pêk tê. Sevgiyê wiha got: "Me bi perspektîfa ku pirtûkên Kurdî bê xwendin û bê nivîsandin ev kampanya da destpêkirin û me ji malên pirtûkan gelelek pirtûk anî û pirtûkxane ava kir. Ji ber eleqeya mezin me serlêdan heta 1'ê Mijdarê dirêj kir."

Sevgiyê got di dawiya kampanyayê de ji bo roja fînalê jî xebat didomin û banga piştgiriya kampanyayê kir.

(dyc-odk/hu)